Gundê me raxistîbû navbera du palan
Nêzîkî 330 malan
Emirê min bû 14 salan,
Tev zarokên çend mala
Me berx diçêrand ser palan.
Keça cînar
Qîza Semendê Silo
Navê wê Gulo.
Gula min yeke bejin zirave
Nav qendîl sîng sedefe.
Enîk kever
Por xeleke,
Çev belek
Guhar gupike.
Zend morî
Jêla tê çawa horî,
Nûr neder lê dibarî
33 gulîyên hûr vegirtî.
Ser navmila dihejîne
Dil û hinavê min li jorda tîne
Keleş kewa min,
Goştê canê min dihelîne.
Îşev min xewnek dît
Xewna xweda Gula xwe dît.
Gula min medekirî
Dest girî şilbûne çew, birû,
Gulê çima digirî?
Gulê got gund hene xort bi sedan
Dilê mine tenê teda ne.
Min bîhîstîye dersxanê
Wê te bişîne Rewanê,
Xwendina bilind
Te navînim li nava gund.
Ez dûr ketim ji gund û malan
Xwendina min kişand 5 salan.
Rewan bajarekî mezine,
Serî heye
Binî tune ye.
Binelîyên wê reng — rengî
Ez xortekî bengî
Dijîm medekirî û dil tengî,
Ser Gula xwe bengî.
Caw dane min ji gund
Xazginîyê Gula min rind,
Hatyîe kurê Reşîd
Elîxanê reşî kund.
Min wî tayî
Xwendina xwe nîv cî mayî,
Lez û bez
Kel û bîn hişt avît
Har û dîn berê xwe da gund.
Êvara dereng li gund
Qîryaye bê deng
Ez wekî pilingê çeleng.
Çûme cîyê meyî berê
Kevir avîte pencerê
Ji boy Gula min derê.
Kuxte — kuxta kalê
Gula min derket ji malê,
Me berên xwe da palê
Ez bûme malxwê
Gul jî kevanîya malê.
Helbestvan — Kanîya Rastîyê