2
17.07.2025 Welatê Qazaxistanê, li gundê Qesqebûlaqê herema Cembolê bi dilgermî Komeleya Kurdên Qazaxistanê «BERBANG» cêjna 30-saliya Assambleya gelên Qazaxistanê derbaz kirin.
Cêjna gundê da wekî 600-700 kesî zêdetir tevlêbûn çêbû. Revebêriya Komeleya Kurdên Qazaxistanê li gel Rafîkê Yakûb Mîrzoyêv û Mûradê Flît Şamîlov, serokê navenda kurdî ya herema Cembolê Sebrîyê Sartîf Sûleymanov û helbestvan Kînyazê Mecîd Sûleymanov li mêvanan pîroz kirin. Bi pêşkêşvanî, hunermendên weke Mustafa Lezgîêv, Durmuşxan Mecîdov, Kamûran Lezgîêv (Koma Mêrdîn) derketin ser dîkê, sitranên xwe pêşkêşkirin û bi coş govendên Kurdî dan gerandin.