Barrack: Sûriye û Îsraîl nêzîkî rêkeftinê ne

Автор Асан Джалилов

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack da zanîn ku Sûriye û Îsraîl nêzîkî “rêkeftineke kêmkirina alozîyan” in. Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack li New Yorkê di dema civînên Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ji çapemeniyê re axivî got: “Sûriye û Îsraîl nêzîkî rêkeftineke kêmkirina aloziyan bûne ku li gorî wê Îsraîl dê êrişên xwe rawestîne û Sûriye jî dê ti makîne yan jî amûrên giran li nêzîkî sînorê Îsraîlê bi cih neke.” Tom Barrack diyar kir ku ev rêkeftin dê bibe gava yekem a ber bi rêkeftina ewlehiyê ya ku her du welat li ser gotûbêjan dikin. Barrack da zanîn, Serokê Amerîkayê Donald Trump hewl daye ku di nava vê hefteyê de di navbera her du aliyan de rêkeftin were ragihandin lê ti pêşketin çênebûne û anî ziman: “Cejna Sersala Cihûyan Rosh Hashanayê ya vê hefteyê pêvajo hêdî kir. Ez di wê baweriyê de me ku her kes bi niyeteke baş nêzîk dibe.” Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ê ku demeke kin beriya Barrack ji bo Konseya Giştî ya NYyê beşdarî çalakiyekê bûbû û gotibû ku ew dilgiran e ku Îsraîl dan û standinan hêdî dike.

Комментарии