Barbang.info — întêrnêt-rojnama serbixwe ya kurdên Qazaxstanê ye. Ew li Almatê diweşe. Em bûyerên aktûal yên li Qazaxstanê û dervî welat, herwuha nûçeye, gotar û bangên anakîtîk diweşînin. Armanca me ewe, ku rojnama me bibe çavkanîya amin ji bo xwendevanên me. Mijara rojnamê di nava çarçova xwe da van xalan werdigre: jîyana civikî, sîyaset, tucaret û aborî, çand û spor, deng û besên cîhanê, nûçeyen zanîstî u hwd. Em guhdarîya bi taybet didine li ser pirsên dîroka kurdên Qazaxstanê, çand û jîyana netewîye îroyîn. Armanca me eve: hal û wextê netewî rast û zelal arzû bikin, hevfêhbûnê û qedir û qimetê bikine nava dîalog-gotûbêja çanda netewan.